PoliticsTop

“Encamên mirovahî yên dorpêçkirina li Qarabaxê”: niqaş-gotûbêjek li ser rojeva rûniştina giştî ya Parlamenta Ewropayê

Di rûniştina giştî ya 18’ê Kanûna Paşinê de, Parlamenta Ewropayê de, bi sernavê “Encamên mirovahî yên dorpêçkirina li Qerebaxê” de niqaş-gotûbêjeke lezgîn hat derbaskirin.

Di nîqaşa plankirî ya bi organên rêveber ên Yekîtiya Ewropayê re, endamên Parlamenta Ewropayê wê axaftinan bikin.

Ji roja 12ê Kanûna Pêşinê ve, berî niha hejmarek ji endamên parlemana Ewropayê derbarê astengkirina Korîdora Laçînê ji aliyê Azerbaycanê ve û li ser kirîza mirovî ya di encamê de, bersivên curbicur dane, ji wan jî wek name û pirsên parlemanî ji bo dezgehên cîbicîkar ên Yekîtiya Ewropayê re. Ew eşkere ne û li ser bangawaziyên ku ji Azerbaycanê re hatine kirin.

Bi taybetî

  • Di 14ê Kanûnê de nameyek lezgîn ji şeş parlamenterên çar fraksiyonên cuda
  • Nameyek ku ji hêla Nathalî Luazo,(Renew Europe, Fransa), seroka komîteya jêrîn li ser mijarên ewlehî û parastinê ve, hatî destpêkirin, 28 wekîlên din jî tevlî bûn,
  • Çend notên Vîola von Kramon (Greens/EFA, Almanya), hevraportera karûbarên Ermenîstanê,
  • Pirsa parlementara ya Asîta Kanko (Belçîka), Cîgira Serokê “Fraksiyona Muhafezekar û Reformeran” (ECR),
  • Pirsa parlamentoyê ji hêla Lukas Fourlas
  • Rêze nivîsên Peter van Dalen (EPP, Hollanda) û Fransua -Ksavye Bellamî (EPP, Fransa),
  • Hevseroka Lijneya Hevkariya Meclîsê ya Komara Ermnîstan- YE Marîna Kalyurand (S&D, Estonya) jî têkildarî mijarê de 15’ê Kanûnê daxuyanî da.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button