PoliticsTop

Di 30’ê Kanûna Paşinê de Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî dê li ser doza Laçîn rûniştin wê pêk bên

Li gorî daxuyaniya, ku ji aliyê dadgehê ve hatiye weşandin, di 30-31’ê Kanûna Paşinê de Dadgeha Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî wê di çarçoveya darizandina Ermenîstan û Azerbeycanê de li ser tedbîrên ewlehiyê rûniştinan pêk bîne.

Li gorî belgeyan, danişînên der barê tedbîrên ewlehiyê yên ji aliyê Ermenîstanê ve hatine xwestin, wê di 30’ê Kanûna Paşinê de, rûniştina îdiaya Azerbaycanê jî di 31’ê Kanûna Paşinê de bê kirin.

Beriya niha aliyan bi daxwaza bikaranîna tedbîrên ewlehiyê yên zêde di dema dadgehê de serî li dadgehê dabûn. Bi taybetî, Ermenîstan daxwaz dike ku aliyê Azerbaycanê mecbûr bike, ku Korîdora Laçîn veke û di her du aliyan de tevgera azad a mirov, wesayît û baran misoger bike.

Bakû ji Erîvanê daxwaz dike ku kolandina mayînan li herêmên Qerebaxê rawestîne û li ser cih, hejmar, celeb û taybetmendiyên mayîn û teqemeniyên din agahî bide.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button