PoliticsTop

Astengkirin, krîza însanî, sûcê şer, armanca dawî: paqijkirina etnîkî

Dadgeha Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî wê di 30’ê Kanûna Paşinê de li ser mijara Laçînê rûniştinan pêk bîne. Di dawiya sala borî de, Ermenîstanê serî li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî dabû, ku Azerbeycanê mecbûr bike ku Korîdora Laçîn veke. Ji aliyê Ermenîstanê ve nûnerê Komara Ermnîstanê yê ji bo pirsên hiqûqî yên navneteweyî dê amade bibe. Piştî rûniştina tedbîrên ewlehiyê yên ji aliyê Ermenîstanê ve hatin xwestin, roja din rûniştina doza Azerbaycanê tê kirin.

Pispor diyar dikin ku rewş heman e: kêşeya Ermenî-Azerbaycanê. Lê bingeha rastî vê carê cuda ye. Baku her gav hewl dide ku teqlîd bike, lê bi hêsanî nikare tiştek ji sifirê îcad bike. Ji ber vê yekê wî çîroka qada mayinkirî pêşkêş kir. Di vê navberê de, aliyê ermenî rastiyê nîşan dide û tekez dike ku armanca dawî ya Azerbaycanê paqijkirina etnîkî ye.

Di dawiya meha Kanûna Paşinê de, Dadgeha Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî wê di çarçoveya darizandina Ermenîstan û Azerbaycanê de, li ser tedbîrên ewlehiyê rûniştin derbaske. Ji aliyê Ermenîstanê ve nûnerê Komara Ermnîstanê yê ji bo karûbarên hiqûqî yên navneteweyî Yexîşe Kîrakosyan wê amade bibe. Di dawiya sala borî de, Ermenîstanê serî li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî da, ku Azerbeycanê mecbûr bike ku Korîdora Laçîn veke. Di belgeyan de, ku ji aliyê ermenî ve hatine şandin, tê gotin ku Azerbeycanê tekane rêya ku 120 hezar ermeniyên etnîkî yên li Artsaxê dijîn bi cîhana derve ve girêdide, girtiye û ti nîşanek nîne ku ev yek di demek nêz de were vekirin.

Ji ber vê yekê, Ermenîstanê di çarçoveya pêvajoya sepandina Peymana Navnetewî ya Rakirina Hemû Cûdahiya Nîjadî ya di navbera her du welatan de, xwest ku tedbîran bigirin u Azerbaycanê ji bo rakirina dorpêçê û garantîkirina tevgera azad a gel, wesayit û baran di rêya Korîdora Laçînê re, erkdar bikin. Û niha, rûniştin wê di dawiya Kanûna Paşinê de bêne kirin. Danişînên destpêkê beriya niha hatibûn kirin.

Dadgehê ji alîyan xwest ku pêşî li tehrîkkirin û belavkirina nefreta nijadî bigirin: Yexîşe Kîrakosyan

“Em armanca girtina Korîdora Laçînê fêm dikin. Em fêm dikin ku li dijî ermeniyên etnîkî tê kirin. Em fêhm dikin ku armanca wan valakirina gel ê Artaxê ye . Hebûna hêzên taybet, hatin û çûyîna hêzên çekdar vê yekê bi zelalî tîne ziman. Em difikirin ku di vê dadgehê de tiştek heye ku em bikin.”

Di rewşa heyî de ew dadgeh wê çi bide aliyê Ermenî re? Li gorî pisporê hiqûqa navneteweyî Ara Xazaryan, wê biryarek were dayîn, ku Azerbaycan mecbûr e mafê tevgera mirovan misoger bike bêyî ku rewşa welatiyan giran be an na.

Aliyê Ermenî, rastiyê nîşan dide û tekez dike ku armanca dawî ya Azerbaycanê paqijkirina etnîkî ye. Ev yek di rapora dawî ya awarte ya Parêzvanan Mafên Mirovan a Ermenîstan û Artsaxê de jî hatiye eşkerekirin. Gexam Stepanyan, Parêzvanê Mafê Mirovan a Artsaxê, xalên hiqûqa navneteweyî tîne ziman: Divê şert û mercên desteka jiyana mirovan yek saniye jî gotînesekinin.

Danişînên der barê tedbîrên ewlehiyê yên ji aliyê Komara Ermnîstanê ve hatin xwestin wê di 30’ê Kanûna Paşinê de pêk bên. Rûniştina doza Azerbaycanê wê roja din bê kirin. Beriya niha aliyan bi daxwaza bikaranîna tedbîrên ewlehiyê yên zêde di dema dadgehê de serî li dadgehê dabûn. Bakû ji Erîvanê daxwaz dike ku kolandina mayînan li Qerebaxê rawestîne û li ser cih, hejmar, cure û taybetmendiyên mayîn û teqemeniyên din agahî bide.

Tiştê ku Azerbaycan ji mehekê zêdetir e dike, ne tiştek din e ji dorpêçkirinê, ku ne tenê dijmirovî ye, di heman demê de, sûcê şer e. Ara Xazaryan di wê baweriyê de ye, ku di vê çarçoveyê de divê li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî de nîqaş bên destpêkirin. Bingehên qanûnî hene: 120.000 Ermenî di bin dorpêçê de ne, mebesta wê ew e ku derfeta koçkirinê ji hin kesan bêpar nemînin, an jî lêkolînên hawirdorê bikin. Di rewşa paşîn de, bi gelemperî ne hewce ye ku elektrîk, înternet an gazê qut bikin. Ji ber vê yekê Azerbaycanê 120 hezar kes dorpêç kir, sûcê şer kir. Û armanca dawî paqijkirina etnîkî ye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button