All NewsTop

Paşînyan soz daye wekî hemû gavên dîplomatîkî wê bike wekî leşkerên Azerbaycanê ij axa Ermenistanê vekşîne

Hêzên çekdar ên Azerbaycanê 30 sal in di nav axa Komara Ermenîstanê de ne. Serokwezîr Nîkol Paşînyan di civîneke çapemeniyê de ev tişt ragihand û bi bîr xist ku hêzên çekdar ên Azerbaycanê ji destpêka salên 1990î vir ve derdora 70 kîlometre çargoşe li Ermenîstanê bi taybetî herêmên Tavûş û Araratê dagir kirine.

“Erê, di nava 1,5 salên dawî de jî, ji Gulana 2021’an ve, Azerbaycanê herêmên nû yên Ermenîstanê dagir kir. Helwesta me ew e ku hêzên çekdar ên Azerbaycanê ji herêmên me derkevin. Ji bo bidestxistina vê armancê em ê bi berdewamî hemû rêyên dîplomatîk pêk bînin.” Û bal kişand ser wê yekê ku girîng e aliyê Ermenîstanê nebe sebebê provokasyoneke nû, lewma kiryarên me li ser vê mantiqê ne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button