All NewsTop

Gelên Qerebaxa Çiya biryara çarenûsa xwe bide, ne hikûmeta Ermenîstanê. Paşînyan

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan daye zanînê ku ji sala 2018an va helwesta hikûmeta Ermenistanê ew e ku ne hikûmeta Ermenistanê ye ku biryarê li ser çarenivîsa Qerebaxê bide. Li gorî “Armenpress”ê, serokwezîr ev yek di civîna çapemeniyê ya 10ê kanûna paşin da gotîe.

“Îro peywira me ew e ku em piştgirî bidin gelê Qerebaxê, Ermeniyan, li Qerebaxê jiyana xwe bidomînin, ermenîbûna xwe bidomînin, xwe Ermenî, Qerebax, Artsaxî bihesibînin û bibin xwedî îmkan ku di hawîrdoreke ewle de bijîn. Bi giştî, helwesta me ji sala 2018an vir ve ew e ku ne hikûmeta Ermenîstanê ye ku biryarê li ser çarenûs û têkiliyên Qerebaxê bide. Divê gelê Qerebaxê bixwe biryarê bide û bi rayedarên Azerbaycanê re di nava têkiliyê de be”. Paşînyan gotibû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button