
Rûsya dê daxuyaniya derbarê redkirina tetbîqata leşkerî ya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf a ji aliyê Erîvanê ve di sala 2023an de li ser xaka Ermenîstanê eşkere bike. Li gorî “Armenpress”ê, ev yek ji ajansa “RIA Novosti” re, li ser gotinên Dmîtry Pêskov, sekreterê çapemeniyê yê serokê Rûsyayê ragihand.
“Ev daxuyaniyeke pir nû ya serokwezîrê Ermenistanê ye. Ez wisa difikirim ku hevkarên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf dê di têkiliyê de bin û hûrgiliyên helwesta Ermenistanê zelal bikin. Di her rewşê de, Ermenistan hevalbendê me yê pir nêzîk e. Em ê diyalogê bidomînin, di serî de li ser mijarên ku niha pir dijwar in.” – Pêskov got, li ser daxuyaniya serokwezîrê RA Nîkol Paşînyan.