All NewsTop

Em ji ber berdewamiya dorpêçkirina Korîdora Laçînê bi fikar in. HALO Trust

Rêxistin ji ber bloka berdewam a korîdora ku yekane rêya derbasbûna Qerabaxa Çîa peyda dike, bi giranî bi fikar e.

“HALO Trust” ku saziya sivîl a navneteweyî ye ku bi pûçkirina mayinan ra mijûl dibe, li ser rûpela xwe ya Twitterê têkildarî astengkirina Korîdora Laçînê daxuyanîyek daye. Nêzîkî mehekê piştî dorpêçê, ew encamên wê yên mirovahî ji nêz ve dişopîne. Nêzîkî 100 karmendên HALO Trust li Qerabaxa Çîa ne, û rêxistin çavdêriya peydabûna kelûpelan ji bo wan dike.

“HALO Trust hêvî dike ku pirsgirêk bi lez çareser bibe û bi hevkar û rêxistinên mirovî yên din ra di pêwendiya berdewam da ye ji bo koordînasyona alîkariya mirovî li cihê ku pêwîst be.” – di peyamê de hatiye diyarkirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button