
Tetbîqata leşkerî ya hevpar a hêzên aştîparêz ên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf îsal li Ermenîstanê nayê kirin, di rewşa heyî de Ermenîstanê guncav nedît ku tetbîqata leşkerî pêk bîne.
“Wezîrê Parastinê yê Ermenîstanê beriya niha bi nivîskî ji Navenda Hevbeş a Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf re ragihandibû ku em guncav nabînin ku di vê rewşê de li Ermenîstanê tetbîqatên leşkerî yên bi vî rengî bên kirin. Û ew tetbîqatên leşkerî bi kêmanî îsal li Ermenîstanê nayên kirin.” -Paşînyan gotîe.