PoliticsTop

Rageşiya di navbera Îran û Azerbaycanê de her ku diçe qurtir dibe: ji bo Ermenîstanê wê çi encamên wê hebe?

Tirkiye û Îsraîl li pişt siyaseta êrîşkar û berfireh a Azerbaycanê û Îlham Aliyevin, li hember Îranê. Îranolog Garîk Mîsakyan di axaftina xwe ya bi Sputnik Ermenîstanê re li ser zêdebûna rageşiya têkiliyên Îran û Azerbeycanê ev nêrîna xwe anî ziman.

“Gotûbêj û îdiayên berdewam ên li ser Korîdora Zengîzûrê, her wiha daxuyaniyên dewleta Azerbaycanê li ser şert û mercên aloziya navxweyî ya Îranê de, weşanên di medyaya girseyî de pêkhateyên vê aloziyê ne:”got Mîsakyan.

Li gorî pisporê îranî, Bakû ku ji hin serkeftinên xwe cesaret girtiye, jixwe li hember xaka Îranê jî bi awayekî vekirî daxwazên berfirehkirina xwe tîne ziman.

Li gorî Mîsaqyan, yek ji sedemên aloziya navbera Îran û Azerbaycanê hebûna Îsraîlê li wî welatî , ye ku bi taybet piştî şerê 44 rojî zêdetir bûye.

“Eger beriya niha ev hebûn di warê leşkerî-ewlehî û aborî de dihat îfadekirin, wê demê piştî şerê dawî yê Artsaxê, bi hinceta avakirina gundên jîr, hebûna Îsraîlê li herêmên dagirkirî yên Artsaxê jî hate dîtin û me serdana balyozê Îsraîlê jî gelek caran dît:” got îranolog.

Lê dîsa jî, li gorî pisporê îranî, li Îranê ew ne Azerbaycanê, lê Tirkiye û Îsraîlê wek dewletên hevrikê xwe dibînin. Di hemû nirxandinên zanistên siyasî de bi eşkereyî radigihînin, ku Tirkiye û Îsraîl, ne tenê li pişt siyaseta Azerbaycanê ya li dijî Îranê radiwestin, lê belê ew pêşengiya Azerbaycanê dikin.

Ji bo têkiliyên Tirkiye-Îranê jî, li gorî nirxandina Mîsakyan, van dewletan weke berê têkiliyên xûya yên cîrantî û dostane berdewam dikin. Li gorî wî, têkiliyên bi Tirkiyeyê re bi kevneşopî li Îranê weke “têkiliyên dostên mezin” tên pênasekirin. Her du welat jî dizanin ku Îran û Tirkiye hem ji aliyê leşkerî û hem jî di warê aborî de dewletên wekhev in, lewma çûna şerê leşkerî ji bo her duyan jî ne sûdmend e.

Ji bo têkiliyên Tirkiye-Îranê jî, li gorî nirxandina Mîsakyan, van dewletan weke berê têkiliyên xûya yên cîrantî û dostane berdewam dikin.

Her du welat jî dizanin ku Îran û Tirkiye hem ji aliyê leşkerî û hem jî di warê aborî de dewletên wekhev in, lewma çûna şerê leşkerî ji bo her duyan jî ne rast e.

Tirkiye û Îran her du li ser maseya muzakereyê danûstandinan dikin. Û ji Azerbaycanê jî Îran bi zextan, encama ku tê xwestin, bi dest dixe. Û li gor xwesteka Îranê ya ji bo baştirkirina peywendiyên bi Ermenîstanê re, Ermenîstan wek hevalbendeke xwestî ya Îranê li Kafkasyayê hatiye hilbijartin:” Mîsakyan anî ziman.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button