PoliticsTop

Polîs, Xizmetên Rizgarkirin, Koçberî û Hemwelatîbûnê wê ji Wezareta Karên Hundir re bên dayîn

Polîs, Xizmeta Rizgarkirin û Koçberî û Hevwelatîbûnê wê bikevin bin kontrola Wezareta Karên Navxweyî ya ku bi biryara Hikûmetê tê avakirin.

Li gor serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, ev guhertinek pir girîng û mezin e, ji ber ku siyasetek ji bo baştirkirina avahiya wezaret û hukûmetê hatiye pejirandin.

Wezîrê Dadê Grigor Mînasyan di rûniştina hikûmetê de pêşnûmeya biryara hikûmeta Komara Ermenîstanê “Li ser guhertin û zêdekirina biryarnameya Hejmara 580-А ya Hikûmeta Komara Ermenîstanê ya 22yê Gulana 2018an” pêşkêşî kir.

Wezîr diyar kir ku qebûlkirina projeyê bi pêwîstiya diyarkirina desteyên girêdayî wê di çarçoveya avakirina Wezareta Karên Hundir de ye, ku wê di çarçoveya erkên ku hatine destnîşankirin de şert û mercên pêwîst ji bo birêkûpêk karkirina Wezaretê peyda bike.

Wezîr pêşnîyar kir, ku Polîs, Xizmeta Rizgarkirin û Koçberî û Hevwelatîbûnê ji Wezareta Karên Navxweyî re were şandin. Li gorî vê yekê xala girêdayî Wezareta Rewşên Awarte û paragrafa girêdayî Midûriyeta Koçê betal dike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button