SocietyTopWorld

Goreke din a bikomî li Şingalê hate dîtin

Şêniyê komelgeha Sîba Şêx Xidir a li qezaya Şingalê goreke din a bikomî dîtin, tê de termên hejmarek ji qurbaniyên Êzîdî hene ku di sala 2014an de di dema êrişa çekdarên DAIŞê de li wê deverê hatibûn kuştin.

Çalakvanê Êzidî Nacî Xacî di vê derbarê de got, ev gora komî dikeve nêzîkî taxa Sîba Şêx Xidir a li başûrê Çiyayê Şingalê.

Destnîşan kir jî, hejmarek termên qurbanî di nava gorê de hatine dîtin, bêyî ku hejmara wan bê bizanin û xelkê deverê jî dezgehên pêwendîdar ji hebûna wê gorê agahdar kirine.

Piştî rizgarkirina Şingalê û derdora wê ji destê DAIŞê, bi dehan gorên komî yên qurbaniyên Êzîdî hatin dîtin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button