PoliticsTop

Pêdiviya zarokên Artsaxê bi ewlehî û piştgiriyê heye: Parêzvanê Mafê Mirovan a Artsaxê banga vekirina korîdora Laçînê kir

Mîna hemû zarokên cîhanê, pêwîstiya zarokên Artsaxê jî bi ewlehî û piştgiriyê heye. Parêzvanê mafên mirovan ê Artsaxê Gexam Stepanyan ev tiştanî ziman, ku Azerbaycanê ji 12ê Kanûna Pêşîn a 2022an vir ve korîdora Laçînê girtî dihêle.

“Wekî hemû zarokan, zarokên Artaxê jî hêjayî hezkirin û piştgirî, nan, ewlekarî û ewlehiyê ne. Lê ji ber dorpêçkirina Azerbeycanê ya li ser Artsaxê, niha bi sedan malbat ji hev cihê bûne û zarok ev nêzî 24 roj in nikarin dê û bavê xwe bibînin. Rêya jiyanê vekin:” Stepanyan li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button