PoliticsTop

Krîza mirovî ya li Artsaxê roj bi roj girantir dibe: Wezareta Karên Derve

Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê der barê Korîdora Laçînê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê  bala hevkarên navneteweyî û hemû mirovahiya pêşverû dikşîne ser wê yekê ku Azerbaycan ji sê hefteyan zêdetir e ku Qerebaxa Çiya di bin dorpêçê de xayî dike, bi tundî binpê dike rejîma Korîdora Laçînê ya ku bi daxuyanya sê alî ya 9ê Çirya Paşina 2020an hatiye damezrandin û rêya,  ku Qerebaxa Çîya bi Ermenîstanê û hemû cîhanê ve girê dide, dadaye.

Ev 23 roj in ku Azerbaycan li ber çavê hemû cîhanê gelê Qerebaxê mecbûrî koçberkirinê dike û polîtîkaya xwe ya paqijkirina etnîkî didomîne.

Krîza însanî ya li Qerebaxê roj bi roj girantir dibe. Kêmbûna tiştên pêwîst, xwarin û derman her ku diçe girantir dibe. Xetereya kêmxwarinê li ber çavan dibe. Bi sedan malbat ji hev cihê ne, li aliyên cuda yên dorpêça Azerbaycanê. 120.000 kes defakto girtî dimîne.

Îdîayên aliyê Azerbaycanê yên ku dibêjin Korîdora Laçînê bi rastî vekirî ye, bi tevahî bêbingeh in. îsbata wê bi kêmanî ev e ku tenê wesayîtên Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor dikarin jimarek sînordar ji nexweşan veguhezînin Komara Ermenîstanê di rewşek xeternak de.

Di rewşa niha de, em tekezî li ser lidarxistina civîneke lezgîn a Encûmena Asayişa Navdewletî di 20ê Kanûna Pêşîn a 2022an de dikin, ku li ser daxwaza aliyên Ermenî hatibû bangkirin, ji bo gotûbêjkirina girtina Korîdora Laçînê , alîkariyên mirovî  û  encamên li ser nifûsa Qarabaxê.

Em bangên eşkere yên piraniya endamên Encumena Ewlekariyê yên ji bo rakirina dorpêça li ser korîdora ji aliyê Azerbaycanê ve û peydakirina gihandina Rêxistinên navneteweyî ji bo Qerebaxa Çiyê bilind dinirxînin. Her wiha em pêşwaziyê li hewlên Fransa di heyama deh rojan de piştî civîna civata wezîran ya navborî dikin bo wergirtina daxuyaniya çapemeniyê ya serokê civata wezîran derbarê rewşê de.

Ermenistan wê berdewam bike, ku gavên armanckirî di hemî formên gengaz de bavêje, di nav de di çarçeweya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û pêkhateyên navneteweyî û herêmî de, ji bo misogerkirina bersivek bibiryar û kiryarên ku ji erk û fonksiyonên van pêkhateyan derdikevin, ji bo rakirina dorpêça li ser Korîdora Laçîn û krîza mirovî ya ku 120 hezar gelê Qerebaxê bi wan re rû bi rû mane.

Her wiha em pêwîst dibînin ku şandeke navdewletî ya lêgerîna rastiyan bişînin Qerebaxê û Korîdora Laçîne, ji bo nirxandina rewşa mirovî ya li ser erdê, û herwiha ji bo misogerkirina gihandina alîkariyên mirovî yên bê asteng bo Qarabaxê ji bo dezgehên pêwendîdar ên Neteweyên Yekbûyî.

Azerbaycan mecbûr e tavilê Korîdora Laçînê, li gorî prensîbên ku di xala 6an a daxuyaniya sê alî ya 9ê Çirya Paşina 2020an de hatine destnîşan kirin, ji nû ve veke. Li gor wê Azerbaycanê ewlekariya çûnûhatina welatiyan, otombîl û barhilgiran di rêya Korîdora Laçînê re garantî dike û Korîdora Laçînê jî di bin kontrola hêzên aştîparêz ên Rûsyayê de li dimîne. Ji ber ku di encama kiryarên neqanûnî yên Azerbeycanê de bendên daxuyaniya sê alî hatine binpêkirin, em ji Rûsyayê jî hêvî dikin ku bêyî şert û merc vê binpêkirina mezin ji holê rabike, hewlên zelal bide.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button