R’êberê firqê Fransîaêye baþqe-baþqeye ferze sîasîyê, nenihêr’î nezerê sîasîyêye hevdö cödabûnê, ne’ma t’evayîye vekirî r’ojne’ma “Mond”-êye Fransîaêda xweya göhdarxana heremezinda belakirîye- bi hîvîkirina t’evbûna sedrê Fransîayê- bona k’efîlkirina bêqezîabûna Arsaxê û CE. Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda belgê xweyî “Fêysbûk’”-êda sifareta Ermenîstanêye Fransîayê daye pêh’esandinê- bi t’emsîlkirina t’ercma ne’mê:
“LAZIME BÊQEZÎABÛNA ERMENÎYÊ QEREBAG’A Ç’ÎYA EWLEKIN
Ij 12-ê meha k’anûna pêþin virdatir Adrbêcanê r‘iya t’ek t’enê, k’îjan binelîyê Arsaxê/Qerebag’a Ç’îya dinîya derekeva girêdide- sivdera Laçînê, zevtkirîye- bi vî cûr’eyî bi e’frandina qezîya bela hûmanîtare mezin. 120 h’ezar meriv, hejmara k’îjanada 30 h’ezar zar’, ij zexîrê e’mir me’rimbûyîne, nav wê hejmarê- ij xörek û mecalê doxtirîyêye lazim. Sê r’oja bênavbir’î Adrbêcanê isa jî r’adestkirina gaze bir’îbû- bi me’rimkirina binelîyê Arsaxê ij germkirinê þertê dereca bînsarda.
Ev qewmandin ij meha sala 2020-î virdatir miqabilî ermenîya- ew bajar’vanê Ermjnîstanê, yan Cimhöryeta Arsaxêvin, destpêbûna sirîya tûjkirina ÿrîþkirinê Adrbêcanêye t’ezeye û h’esavdive t’er’ibandina bêqirar ê çawa heqê ort’emiletîyê, isa jî konvaênsîayê Jnêvê, û hevr’axeverdanê goveka k’oma T’BHA Mînskêda qewimî, k’îjan safîkirina pirsgirêka Qerebag’êye e’dilî têr’a divînin.
H’îm hene bifikirin, wekî Adrbêcanê bi vî cûr’eyî nesekine û her mecalekê wê bide xevatê- bi cûr’ê e’melê xwe bêmeh’kemke û seva zêrandina binelîyê Arsaxê û CE- bi meremê parzûnkirina ÿt’nîke e’lambûyî.
E’melê Adrbêcanê- zölmk’arîyê þêr’e delîlnivîsî, belakirina e’ynata ÿt’nîk, t’önekirina mîrat’a ermenîye medenyetî, ÿrîþkirina meha sala 2022-aye îlonêye miqabiblî Ermenîstanê û okûpasîya p’areke t’opraxa wêye serbeste bêqanûnî, sûck’arîyê miqabilî binelîyê bajar’vanîyêye têne wek’ilandinê, idî xeysetê necayîz werdigrin, çi delîvê dinda wê helan bida Fransîayê t’evbûya. Lo hila- miletekî xêrxwez- “Ermenîstana meye t’ifaqdara bêtirse ç’ûk” k’etîye bin qezîyayê-, çawa Jorj Klêmanso gotîîye.
Fransîa û ermenî bi t’êlê medenyetî, sîasîyê, malhebûnîyêye p’ir’dewre p’ir’hejmar hevva girêdayîne. T’arîxa eleqetê Fransîayê û Ermenîstanê ew r’ê-dirbê p’evgirêdana Fransîayê û Asîayê û R’ohlata Nêzîkin (ij zemanê Jak Kyor, R’îþêlyê û Kolbêr destpêkirî), ew pêþdaçûyîna senaya meye têk’stîle, qawexana e’wil P’arîzêda, erqava Sûêzê, Fransîaêda dîharbûna vordan karmîrê û zerdela, akordêona wexta t’emaþê meye r’eqasê cime’tîyê. Fransîa û ermenî lêgîona ermenîye bin beyraqa meda Þer’ê mezinda þer’kirinêye, xwenedirkirina Mîsak’ Manûþyanê mêrxasê herek’eta Berxwedanê- miqabilî berberîyê asîbûyî.
Fransîa û ermenî, axirsongî, bîranînê nivîsk’arê meye mezinin- ij Kornêy h’etanî Nêrval, ij Sand h’etanî Lamartê, ij Vîktor Hyûgo, ij R’omên R’olan û ij Mak’s Jakob h’etanî Lûî Aragon.
Lê îht’îmale, wekî sala 1915-a gilîyê Anatol Franse gotîne, wekî bi cûr’ê herîbaþ dikne yek, çi me ermenîyava girêdide.
“Em axirsongî serwextbûn, wekî xûþka meye r’ohlatê dimir û dimir, çimkî xûþka mebû, seva wî göneyî, wekî h’esînê me nîvîkiriû, wekî ew h’izkiribû, çi me h’izdikir, wê yekê bifikire, çi em difikirin, bawerîyê mêlke nisbetî wî h’emûþkî, çi me bawerdikir û mîanî me aqilbendî, berembertî, þiêr, h’önermendî te’mkirîye. Ev bû sûck’arîya wêye bêt’ovekirinê”.
Bahê h’îmlî hene, e’sasê meh’kem hene, k’îjan me- sênator û dêpûtatê cime’ta firansize bijartî dicivînin- ij dötîretîyê me û hedefê sîasîêye döalî wêdatir.
Bahê h’îmlî hene, e’sasê meh’kem hene, k’îjan me dicivînin û me dikne milet: miletê Fransîyî mezin û bedew.
Boy van biha û e’sasa, k’îjan ij Fermana heqê Mêriv û bajar’vana xöliqîne, boy p’evgirêdanê meh’kem, k’îjan me cime’ta ermenîyava girêdidin, Sênatê bi yekdengî- pêþtirî dengekî, paþê Civata miletîyê bi yekdengî vê meha çirîya paþin qirar qebûlkirin- bona girtina piþta Ermenîstanê, k’îjan k’etîya okûpasîa e’skerîêye t’aybetî û ÿrîþkirinê bênabir’îye. Ev qirar peyhatina qirarê meha sala 2020-îye çirîya paþin qebûlkirîye pêþinbûn, k’îjan bi e’ynî pêkanîna hatbûne qebûlkirinê bona k’ara naskirina Cimhöryeta Qerebag’a Ç’îya û bona p’arastina heqê xweqirarbûna ermenîyê Arsaxê e’rdekîda, k’îderê ew ij zemanê hereqedîm dijîn.
Sedsalîkê þönda me- þêwirxanevanê firansiz, cava bangîna Jan Jorês da- ya 3-ê meha sala 1896-aye çirîya paþin sewtkirî, r’ojê qir’ê ermenî Qeyserîya osmanîêdla, k’êlma xweye sera dêpûtatada gotî- “Ermenîya gere xilazkin”.
“Yanî, ber ewqa xûna r’êtî, ber kirê ewqasî nemervayê û beyantîyê, ber sozê Fransîayê û p’êpeskirina heqê mêriv t’ö þeqînek nehate bihîstinê û ij zarê t’ö kesî, ij aqlê me qe gilîk nexöliqî, û hûn ker’-lal, dêmek- h’emgönk’ar, bûne þe’dê t’önekirina seranser”.
Hink’ûfî h’emddîharkirina Civata miletîyê û Sênatêye dêmokratîyê- em hîvî sedrê Cimhöryetê dikin ya îht’îmal bike- bêqezîabûna ermenîyê Arsaxê/Qerebag’a Ç’îya û CE-ye we’dedirêj ewlekin. Wê delîvêda, çaxê Adrbêcanê e’lamkirîye, wekî t’erka her hevr’axeverDaneke ort’emiletîyêye dora pirsgirêka Arsaxê dide, em- dêpûtat û sênator, xîtavî Te divin hangava seva betalkirina ya döristnekirinê t’evvin- bi qebûlkirina van mecala:
-Loma li Adrbêcanê bikin- seva t’er’ibanldina þertê heqê ort’emiletîyê, okûpasîya p’areke t’opraxa CE û zölmk’arîyê þêr’,
-Arsaxêda hazirîya hûmanîtar têr’abivînin û hangava alîk’arîya malhebûnîyê bidne Ermenîstanê,
-R’astî wek’îlê Arsaxê bên,
-Ort’eçîtîyê bikne bal hevalk’arê meye Yektîya Avropayê û WAY, wekî ew gavê e’ynî bikin, û t’ev wan mecalê malhebûnîyê û sîasîêye cezakirinêye nisbetî Adrbêcanê têr’a bivînin,
-Ort’eçîtîyê bikne ber hevalk’arê meye YA û WAY- seva xevtandina fir’egeha Stêp’anakêrtê û bêqezîabûna p’evgirêdana hewêye t’ev Arsaxê ewlekin,
-De’wê t’emsîlî meh’kema ort’emiletîyêye cezakirinêkin- bi bergeha þandina k’oma e’skerîyêye e’dlayîxweykirinêye ort’emiletîyê hindava þêwra T’MY-ye bêqezîabûnêda.
Maqûl sedir, Îro tö dikarî wek’ilandina t’arîxê betalkî û neheqîke wê r’astkî. Tö dikarî îzbatkî, wekî Fransîa mezine û bahê hemdinîaê, borc û hörmeta xweye exlaqîr’a amine.
Maûql sedir, tö, axirsongî, dikarî t’emamîya wet’enwarê mer’a îzbatkî, wekî Fransîa azaye, wekî ew dikare ij de’wmeþandina sîasîyê yan malhebûnîyêye kindîtinê azave- seva xweykirina îdêalê xweye hûmanîtar, k’îjan h’îmê miltê mene”.
E’frandarê ne’mê-
Ÿrîk Sîotî, sedrê firqa Fransîaêye Cimhöryetîyê
Olîvîê For, k’atvê firqa Fransîaêye Sosîalîstîyêyî Sereke, dêpûtatê Civata Fransîaêye Miletîyê
Hêrvÿ Marsêy, sedrê firqa Fransîaêye dêmokratê yekbûyî û serbesta, sedrê qelfa Sênatêye serbesta
Fabîên R’ûsêl, k’atvê firqa Fransîaêye kûmûnîstîyêyî Sereke
K’rîstîan Kambon, sedrê encomana Sênata Fransîaêye eleqetê Dereke, xwexweykirinê û qewatê sîlih’bûîye miqîmî
Brûno R’itayo, sedrê qelfa Sênata Fransîaêye “Cimhöryetvan” û k’oma Sênatêye xebîrîya ort’emiletîyêye derheqa QÇ’-da
Ÿlîan Asasî, sedrê qelfa Sênata Fransîaêye Komûnîstîyê
Gîyom Gontar, sedrê qelfa Sênatêye T’ebyetxweykirinê, t’ifaqdarîyê û serwêrîkirina t’opraxa
Patrîk Kannêr, sedrê qelfa Sênata Fransîaêye Sosîalîstîyê û T’ebyetxweykirinêye cimhörytîyê
Jîlbêr-Lyûk Divînaz, sedrê k’oma Sênata Fransîaêye “Fransîa-Ermenîstan”-e xêrxwezîyê
Pîêr’ Ûzûlîa, Sênator.