All NewsTop

“Jiyana nexweşan di metirsiyê de ye. Pêwîst e beriya deqeyekê rêya jiyanê bê vekirinê.” Avanêsyan

Wezîrê Tenduristiyê yê Ermenîstanê Anahit Avanesyan bal kişand ser rewşa ku di encama girtina Korîdora Laçînê da di pergala tenduristiyê ya Artsaxê de derketiye holê.

Anahît Avanêsyan da zanîn ku der barê pirsgirêkên ku di encama vê rewşê de derketine de agahî ji saziyên navneteweyî re hatiye şandinê. “Em daxwazê ​​ji hemû rêxistinên navdewletî dikin ku zextê li wan bikin û di dawiyê da ji bo sererastkirina rewşa krîtîk a ku jiyana van kesan dixe metirsiyê gavan bavêjin.”

Wî da zanîn ku her roja dorpêçkirina Qerebaxê kêmasiyek di berhemên xurek, derman û berhemên bijîşkî de çêdike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button