All NewsTop

Ermenistan li bendê ye ku Azerbaycan bersiva erênî bide pêşniyarên wê yên peymana aştiyê

Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Pashinyan ragihand ku Komara Ermenîstanê pêşniyarên xwe yên li ser peymana aştiyê ji Azerbaycanê re şandiye. Ermenistan amade ye li ser vê naverokê peymanê îmze bike. Li gorî agahiyên “Armenpress”ê, serokwezîrê Ermenistanê ev yek di civîna asayî ya hikûmeta Ermenistanê de ragihandîe.

“Komara Ermenîstanê pêşniyarên xwe yên derbarê peymana aştiyê da ji Azerbaycanê re şandiye û em amade ne ku bi wê naverokê peymanê îmze bikin. Ez hêvî dikim ku berteka Azerbeycanê jî erênî be.” – Paşînyan gotîe.

Li gor gotinên serokwezîr, aliyê Ermenistanê çend meh berê pêşniyarên xwe yên têkildarî xebatên zêdetir ên komîsyona xêzkirina sînor û mijarên ewlehiya sînoran ji Azerbaycanê re şandine, lê heta niha Ermenîstanê ra bersiv nehatîe.

“Komara Ermenîstanê pêşniyarên xwe yên di derbarê vekirina peywendiyên herêmî da ji Azerbaycanê ra ragihandiye û amade ye biçe wê rêyê ku demildest pirsgirêk çareser bibe. Komara Ermenîstanê pêşnîyarên xwe yên li ser garantîkirina ewlekariya sînor berî mehekê ji Azerbaycanê ra şandibû, lê heta niha me bersivek negirtiye. Divê ez bibêjim ku di van pêşniyaran de çareseriya pirsgirêka herêmên dagirkirî yên Komara Ermenîstanê jî heye. Helwesta me wek xwe dimîne, divê Azerbaycan dest ji dagirkirina herêmên serwer ên Komara Ermenîstanê berde û leşkerên wê ji axa serwer a Komara Ermenîstanê werin derxistin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button