All NewsTop

Bê şik ev “hawirdorparêz” nûnerên pêkhateyên parastinê yên Azerbaycanê ne. Sekreterê Konseya Ewlehiyê

Astengkirina Korîdora Laçîn, yekane rêya ku Artsaxê bi Ermenîstanê û cîhanê va girêdide, ji aliyê desthilatdarên Azerbaycanê va hatiye organîzekirin, ev gav tu eleqeya xwe bi tu însiyatîfa sivîl ra nîne. Sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Ermenîstanê Armên Grîgoryan li Meclisa Neteweyî di brîfîngekê da bi rojnamevanan ra gotîe.

Grigoryan destnîşan kir ku Ermenîstan ji bo aştiya herêmê xebatên xwe didomîne. Krîza ku hatiye afirandin carek din rola neçêker û wêranker a Azerbaycanê li herêmê nîşan dide.

Grîgoryan gotîye – “Dema ku muzakereyên aştiyê didomin, Azerbaycan bi navê hawirdorparêzan Korîdora Laçînê digire. Nizanim di nav “hawirdorparêzan” de kesên bi rutbeya general an kaptan hene yan na. Lê rastiya ku ev kes nûnerên pêkhateyên parastinê yên Azerbaycanê ne diyar e. Di vî warî de hikûmeta Azerbaycanê ev ablûqe organîze kir, tu eleqeya vê pêngavê bi însiyatîfa sivîl ra nîne. Rewş nha jî krîtîk e.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button