All NewsTop

Li gorî Rûbînyan, pêşnûmeya peyama ku li gorî encamên civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hatiye nîqaşkirin, tê nîqaşkirin

Alîkarê Serokê Meclisa Neteweyî Rûbên Rûbînyan encamên civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya derbarê rewşa li derdora Korîdora Laçînê bi erênî dinirxîne. Li gorî Rûbînyan, rûniştin bi serkeftî derbas bû û nûnerên hemû welatan diyar kirin ku divê girtina Korîdora Laçînê  neqanûnîe û bang li Azerbaycanê kirin ku xaîke peymana 9ê çirîa paşin, ku li gorî wê divê Korîdora Laçîn gere azad be û çûîn hatina Artsaxê bi Ermenîstanêra azad be.

“Hûn dizanin di destpêka rûniştinê de hat gotin ku pêşnûme daxuyaniyeke çapemeniyê heye ku divê were nîqaşkirin. Li gorî agahiyên min niha di nîqaşan de ye û em ê bibînin ka dê çi encam derkeve.” Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Rûbînyan li Meclisa Neteweyî di civînekê  rojnamevanî da gotîe.

Nûnerê Azerbaycanê di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de diyar kir ku Azerbaycanê Korîdora Laçînê negirtiye û welatên sêyemîn jî bi vê rewşê ra eleqedar in.

“Ev tezeke derew a propagandaya Azerbaycanê ye ku di platformên cuda de bi kar tînin. Ji xwe, di vê mijarê de nûnerê Azerbaycanê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî diaxivî, ji ber vê yekê rasterast negotin ku ew Rûsyayê sûcdar dikin. Li ser platformên din eşkere sûcdar dikin, lê helbet ev yek bi rast nîne û Azerbaycanê bi awayekî neqanûnî Korîdora Laçînê girtiye.“ – Rûbînyan hevpeyvîna xada gotîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button