All NewsTop

Hêzên aştiyê yên rûsî jî erkên ku di daxuyaniya sêalî de hatine girtin, pêk naynin. Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan îro di civîna hikûmeta Ermenistanê de ragihand ku ji ber girtina Korîdora Laçîn li Qerebaxê kêmasiya xwarinê heye. Li gorî wî, li gorî daxuyaniya 9ê çirya paşin 2020ê, hêzên aştîparêz ên Rûsyayê li Qerebaxê jî erkên xwe pêk nayînin.

Peywira ku di xala 6. a daxûyaniya 9ê çirîa paşin 2020an de hatiye tomarkirin, ango girtina Korîdora Laçînê di bin kontrolê de ye, ji aliyê hêzên aştîparêz ên Federasyona Rûsyayê ve jî nayê bicihanîn. Serokwezîr Nîkol Paşînyan di civîna hikûmetê de ev tişt ragihand.

Dê facto derdikeve holê ku erka ku di danezana sê alî ya ku Korîdora Laçînê di bin kontrolê de cih girtiye, ji aliyê hêzên aştiyê yên Rûsyayê ve jî nayê bicihanîn.” – gotîe serokwezîr.

Li gorî wî, Ermenîstanê pêşniyarên xwe yên di derbarê peymana aştiyê de ji Azerbaycanê re şandiye.

“Em amade ne ku bi wê naverokê peymanê îmze bikin. Em hêvî dikin ku berteka Azerbeycanê jî erênî be.” – Paşînyan diyar kirîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button