
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Ermenîstanê da zanîn ku hefteya borî ji Amerîkayê bi serokatiya Serokê Ofîsa Balkan, Kafkas û Behra Reş ya Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jêyson Hêmî ji bo beşdarbûna civîna Diyaloga Stratejîk a Ermenî-Amerîkî Koma Xebatê ya Ewlehî û Parastinê hatîe Yêrêvanê.
Beşdarvanan li ser peywendiyên ewlehiyê yên dualî yên Ermenistan û Amerîkayê gotûbêj kirin û li ser rewşa ewlehiya herêmê, mijarên ewlehiya sînor û hevkariya ewlehiyê sekinîn.
Dewletên Yekbûyî piştgiriya xwe ji bo yekîtiya axa Ermenîstanê û daxwazên pêşerojê wekî neteweyek serbixwe, serwer û demokrat ku bi cîranên xwe ra bi aştiyane bi hev ra bijî dupat kirîe.