PoliticsTop

Wezareta Derve ya Artsaxê daxwaz ji civaka navdewletî dike ku ji bo rakirina dorpêça li ser xaka Artsaxê amûreke têr bikar bîne

Wezareta Karên Derve ya Komar Artsaxê derbarê dorpêçkirina li ser xaka Artsaxê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Ji 12’ê Kanûnê ve, Azerbeycanê tekane rêya ku Artsaxê bi Ermenîstanê û cîhana derve ve girêdide girtiye, bi awayekî neqanûnî Artsaxê dorpêç kiriye û bi awayekî sûnî şert û mercên mirovahî yên dijwar ji bo nifûsa 120,000 ya Artsaxê çêkiriye.

Ji ber dorpêçê mafên bingehîn ên gelê Artsaxê tên binpêkirin. Mirov ji mafê xwe yê tevgera azad, gihandina lênerîna bijîjkî ya rast û peydakirina tiştên jiyanî bêpar in.

Rewşa ku hatiye afirandin berdewamiya mantiqî ya siyaseta dij-ermenî ye, ku bi salan e Azerbaycan dimeşîne.

Ji roja dorpêçkirinê ve, Wezareta Derve ya Artsaxê gelek name-serîlêdan ji welatên curbicur û rêxistinên navdewletî re şandiye û di derbarê rewşê de zanyariyên pêbawer pêşkêş kirye û daxwaza piştevaniya guncaw ji bo rakirina dorpêça li ser xaka Artsaxê kiriye.

Siyaseta Azerbaycanê ji bo hemû cîhana şaristanî tehdîd e û divê bê şert û merc bersiveke tund bê dayîn.

Wezareta Karên Derve ya Artsaxê careke din bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rakirina blokên li ser xaka Artsaxê amûrek têr bikar bîne.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button