PoliticsTop

Parêzvanê ewlekariya Korîdora Laçînê Federasyona Rûsyayê ye û ez bang li opozîsyonê jî dikim, ku di vî warî de bixebitin: Sekreterê Konseya Ewlekariyê

Sekreterê Konseya Ewlekariyê Armen Grîgoryan li Meclisa Netewî de behsa rewşa derdora Korîdora Laçînê kir û destnîşan kir ku hikûmet ji bo çareserkirina krîzê amûrên di destê xwe de bikar tîne.

Li gor Grîgoryan: “Li gorî daxuyaniya 9’ê Çirya Paşinê, Parêzvanê ewlekariya Korîdora Laçînê Federasyona Rûsyayê ye û ez bang li opozîsyonê jî dikim, ku di vî warî de bixebitin, da ku Federasyona Rûsyayê erkên xwe bi cih bîne û trafîka bênavber û ewle pêk bîne li Korîdora Laçînê de.

Em bi Federasyona Rûsyayê re jî dixebitin, ku di zûtirîn dem de Korîdora Laçîn were vekirin . Hikûmet ji bo çareserkirina krîzê hemû amûrên di destê xwe de bikar tîne.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button