PoliticsTop

Li Artsaxê nexweşên ku rewşa wan giran e hene, ku veguheztin wan ji ber girtina rê ne mimkûn e: Avanesyan

“Mixabin, mirovên li cîhana şaristanî ji mafê bingehîn ê tendurustê, wergirtina lênihêrîna bijîşkî ya di wextê xwe de bêpar in:” Wezîrê Tenduristiyê Anahit Avanesyan li ser Twitterê nivîsî.

“Ez bi êş û jan behsa mirina zilamekî 44 salî dema dorpêçê de, dikim. Ez ji malbat û xizmên we re sersaxiyê dixwazim.

Vê gavê jî li Artsaxê nexweşên ku rewşa wan giran e hene, lê ji ber girtina rê ne mimkûn e , ku veguheztin wan bê kirin:” wezîr nivîsî.

Di 19’ê Kanûn Pêşinê de welatiyekî, ku rewşa wî giran bû, jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku Azeriyan rêya Gorîs-Stepanakertê girtibûn, nikaribûn wî bibin Erîvanê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button