Pêşnûmeya qanûnê ya paşîn a sala 2023 ya Dewletên Yekbûyî 60 mîlyon dolar alîkarî dide Ermenîstanê û 2 mîlyon dolar jî ji bo pûçkirina mayînan li Artsaxê. Ev yek ji aliyê Kongreya Ermenî ya Amerîkayê ve hatiye ragihandin.
“Rapora dawîn diyar dike, ku di peymanê de ne kêmtir ji 60 mîlyon dolar piştgirî ji bo Ermenîstanê heye,ji bo bernameyên piştgirîkirina pêşveçûna aborî, hilberîna sektora taybet, serxwebûna enerjiyê, demokrasî û serweriya qanûnê:” di peyamê de hatiye gotin.
Ji bilî wê, di peymanê de 2 milyon dolar ji bo “paqijkirina mîn û teqemeniyên neteqiyayî” yên li herêmên ku ji şerê Qerebaxê bandor bûne, tê dayîn.