PoliticsTop

Armen Grîgoryan piştrast dike, ku Hukûmeta Ermenîstanê bi kiryarên xwe îspat dike, ku garantorê ewlekariya Artsaxê berdewam dike

Hukûmeta Ermenîstanê bi kiryarên xwe îspat dike, ku garantorê ewlekariya Artsaxê berdewam dike.

Di rûniştina awarte ya Meclisa Neteweyî de Sekreterê Konseya Ewlekariyê Armen Grîgoryan ev tişt got, li ser pirsa parlamenterê Fraksiyona “Ermenîstan” ya Gegham Manukyan, ku Komara Ermenîstanê, çaw di plana hikûmetê ya 2021-2026 de tê gotin, wekî garantorê ewlehiya Artsaxê berdewam dike an na .

“Birêz Manukyan , ew pê gotna nîne. Wek ku tê zanîn bi kiryaran tê îspatkirin, hikûmetê jî bi kirina xwe îspat kiriye. Sala borî nêzîkî 200 milyar dram alîkariya darayî ji bo Artsaxê hat dayîn û ez wisa difikirim ku hûn jî dizanin, ku ev piştgiriya darayî ne tenê pirsgirêkên civakî-aborî, lê belê pirsgirêkên ewlehiyê jî çareser dike. Û li vir ramanek duyemîn nabe. Ez difikirim ku bersiv zelal e,” Grîgoryan tekez kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button