All NewsTop

Piraniya kesên ku rêya Stêpanakêrt-Gorîsê girtine, karmendên berê yan niha yên servîsên taybet ên Azerbaycanê ne. Serdozgeriya Artsaxê

Ji 12ê Kanûna pêşin ve komek welatiyên Azerbaycanê ku xwe wek jîngehparêz nîşan didin, bi menîkî derew rêya ku Artsaxê bi Ermenîstanê va girêdide bi neqanûnî girtine û bi vî menî rê li trafîkê girtin û tekane pêwendiya welatiyên Artsaxê bi cîhana derva ra qut kirine. Azerbaycan bi qasî du rojan gaza ji Ermenîstanê bo Artsaxê girtibû. Ev yek ji aliyê Dozgeriya Artsaxê ve hatîe ragihandinê.

Têkildarî bûyerên navborî, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Artsaxê ve demildest doz hat vekirin û di çarçoveya lêpirsînê de bi daneyên rastî yên ku di çarçoveya tedbîrên lêpirsînê de hatin bidestxistin, tevdîrên operasiyon-lêpirsînê yên ku ji aliyê Servîsa Ewlekariya Neteweyî ya Artsaxê. Geverê ve hatin kirin da, hatin îspatkirin.

  • Piraniya welatiyên Azerbaycanê yên ku desteserkirina rêya Stêpanakêrt-Gorîs organîze kirine, karmendên berê yan niha yên servîsên taybet in.
  • Pirsgirêka jîngehê ya ku hatî hildan tenê wekî rêyek ji bo rewakirina kiryarên xwe û maqûl xuyangkirina wan tê bikar anînê
  • Azerbaycan armanca xwe dişopîne ku bingehên aboriya Komara Artsaxê têk bibe, xelkê ji debar û kar bêpar bike.
  • Kiryarên ku ji aliyê welatiyên Azerbaycanê ve tên kirin berovajî sala 2020’an e li gorî xalên deklerasyona sê alî ya 9’ê çirîa paşin, li gorî statûkoya ku tê de hatiye tomarkiriê.
  • Hemwelatiyên Komara Artsaxê wek gelê xwecihî û xwediyê mafê wê xakê, mafê birêvebirin, xwedîkirin û bikaranîna ax, jîngeha xwezayî ya derdora wê, xweza û jêrzemîna wê xakê heye ku Azerbaycan hewl dide paşguh bike û bêbandor bike. bi hêza hiqûqa navneteweyî.
Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button