All NewsTop

Çima Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf leşker neşand Ermenîstanê? Stanîslav Zas Şîrovekirîe

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf Stanîslav Zas li ser pirsa gelo çima Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf leşker neşand Ermenîstanê û alîkarî neda Ermenîstanê ji bo azadkirina axa Ermenîstanê.

Wî pêşniyar kir ku em bifikirin ka wê çi bibe eger Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf leşker bişîne Ermenistanê. Sekreterê Giştî yê Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektî di civîneke çapemeniyê ya taybet bi agirbesta sala 2022an da ev yek ragihandîe.

“Ez bi xwe di mîsyona çavdêriyê da xebitîme, min li Ermenîstanê bi rê ve bir. Carana rayedarên payebilindî pirsê bi vî rengî didan, çima leşker nehatin, di dagîrkirina herêman da û alîkarî nekirin û pirsê hwda didan? Gere bê femkirinê kû gavên isa girêdaye bi çend dewletanra û dikare şerek herêmî despêbive.” – Sekreterê Giştî yê Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf Stanîslav Zas di civîneke çapemeniyê da gotîe.

Li gorî wî, çareseriyên ku tên pêşniyarkirin têr û hevseng in. Wî her wiha nerazîbûna xwe da bi îdiayên ku Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf  pişta xwe bide Ermenîstanê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button