All NewsTop

Balyozê Komara Çek li Ermenîstanê ragihand ku di Korîdora Laçîn de Federasyona Rûsyayê berpirsyar e

Balyozê nû yê Komara Çek li Ermenîstanê Pêtr Pîrûnçîk di hevpeyvîna xwe ya bi radyoya “Azatutyun”ê ra diyar kir ku tişta ku niha Yekîtiya Ewropayê dikare di derbarê Korîdora Laçîn da bike ew e ku rewşa mirovî bê tehemûl be.

Wî da zanîn ku li gorî daxuyaniya sê alî ya ku di çirîa paşin 2020an de hatiye îmzekirin, Rûsya berpirsê çûîn hatina wê deverê ye û bayloz got, aliyê sereke ku bipirse ka çi dibe, wê çi bibe û hûn ê çi bikin, ew Rûsya ye.

Pîrûnçîk got, “Lihev kirine ku korîdor li wê herêmê bê vekirin û aramî bê parastin.”

“Helbet hinekî bêaqilî dikin, ez ji bo ravekirina fermî dibêjim, bêaqilî  ewe  çalakvanên jîngehparêz in û di destpêka zivistanê de dema berf dibare, dema ku sar e… heger ez ne dîplomat bûm, min ê vê ravekirinê bikenîa. Helbet em nikarin bi rewşa ku hatiye afirandin bi ken bikin, ji ber ku bi rastî 120 hezar kes di sermayê da mane, îmkanên wan nînin ku pêdiviyên doktorî yên bingehîn bi cih bînin, pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye. We pirs kir ku hûn li hember vê yekê çi bikin, Komara Çek çi dike an Yekîtiya Ewropî dikare çi bike? Wek hûn jî dizanin, Komara Çek endamê Yekîtiya Ewropayê ye, lewma em piştgiriyê didin xebatên hevpar ên Yekîtiya Ewropayê.”- balyoz got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button