
Siyaseta Azerbaycanê ya li hemberî Komara Artsaxê, nifûsa welêt û miletê Ermenî sûcê mirovahiyê ye, hemû hêmanên vî sûcî hene. Doçentê Zanistên Hiqûqê yê Zanîngeha Frîedrîk-Alexander Êrlangen a Nurnbergê, Serokê Sendîkaya Hiqûqnasên Ermenî-Alman Gurgen Petrosyan ji “Radiolur” li ser vê yekê re axivî.
Bi girtina rê, îşkencekirina girtiyên şer, kuştina sivîlan sûcê li dijî mirovahiyê jixwe heye û li ser vê bingehê li gorî pisporê hiqûqa navneteweyî divê Komara Ermenîstanê serî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bide. Ji aliyê siyasî ve dibe ku ev mijar di çarçoveya Peymana Jenosîdê de were nirxandin, lê ji bo vê jî divê delîlên pêwîst ên ku li ser wan daneyên rastîn hene, bi rêk û pêk werin berhev kirin.
Serokê Yekitiya Hiqûqnasên Ermenî-Alman diyar dike ku amûra hiqûqa navneteweyî bes e, ji bo aliyê ermenî divê ku dadgeha navneteweyî bi serlêdanan tijî bibe xwedî girîngiyeke stratejîk.
“Dema rewşek derkeve holê ku gel an jî komeke parastî bê westandin an jî hebûna wan bikeve xeterê, wê demê ev yek jî wekî jenosîd tê hesibandin, li vir pêdivî ye ku meriv asta niyetê bi delîlan binirxîne, ango çi rewşên din hene ku celebek armancek taybetî destnîşan dikin.Rawestandina gazê, bêparkirina erzaqê, dorpêçkirin metirsiyek li ser hebûnê ye, ev jî belgeyeke din e ku aliyê Ermenî dikare ji bo niyeta jenosîdê bi kar bîne. Gotina “jenosîd” sûcekî pir tevlîhev e, ji bo wê jî pêwîstî bi sûcê tunekirina qismî an bi tevahî komeke nijadî, etnîkî, olî û neteweyî hebe,” Gurgen Petrosyan dibêje.