PoliticsTop

Papa nîgeraniya xwe li ser rewşa mirovî ya li Qerebaxê anî ziman

Papa Fransîs, bi amadebûna bi hezaran kesên, ku li meydana Katedrala Saînt Peter kom bûn, xemgîniya xwe ya derbarê rewşa mirovî ya li Qerebaxê de anî ziman, ku di encama girtina Korîdora Laçînê ji aliyê Azerbaycanê ve hatiye çêkirin. Li gorî Armenpressê, ev yek ji hêla Vaticannews ve hatî ragihandin.

Hat destnîşankirin ku Azerbeycanê ji 12ê Kanûnê vir ve Korîdora Laçîê, ku tekane rêya ku Qerebaxê bi Ermenîstanê ve girê dide, girtiye. “Nêzîkî 120,000 kes, di nav de 30,000 zarok, îzole ne û ji xwarin, derman û pêdiviyên din ên jiyanî bêpar in. Roja Duşemê Papa Romayê bang li hemû aliyan kir ku ji bo berjewendiya gel çareseriyeke aştiyane bibînin.”

Papa bi taybetî diyar kir.

“Xwişk û birayên hêja, ez ji rewşa Korîdora Laçînê ya li Başûrê Kafkasya bi fikar im. Ez bi taybetî li ser şert û mercên mirovahî yên dijwar ên gel, ku di şert û mercên hewaya zivistanê de hîn bêtir xirabtir dibe, bi fikar im. Daxwaza min ji hemû beşdaran e, ku ji bo çareseriya aştiyane ji bo gel ên xwe bi cih bînin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button