PoliticsTop

Korîdora Laçînê 8 roje ku ji aliyê Azerbaycanê ve hatiye girtin: Nîkol Paşînyan

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di twîtterê de bi bîr xist ku tekane rêya ku Komara Artsaxê bi Ermenîstanê ve girê dide girtî ye.

“Ev 8 roje ku Korîdora Laçînê ji aliyê Azerbaycanê ve hatiye girtin, gelê Qerebaxê li ser rêyan di nava sermayê de mane, malbat wan li aliyên cuda yên dorpêçê dimînin. Welatiyên ku pirsgirêkên wan giran in ji derman û xizmetên tenduristiyê bêpar in:” Paşînyan nivîsî.

Ji 12ê Kanûnê û vir ve “hawirdorparêzên” Azerbaycanê rê girtine. Wan daxuyand ku xebitandina kanên li herêma berpirsiyariya aştîparêzên rûsî “neqanûnî” ye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button