PoliticsTop

Kalyurand bang li Azerbaycanê kir ku sozên di daxuyaniya 9’ê Çirya Paşinê de hatine dayîn, bigre

Endama Parlamenta Ewropayê, seroka şanda pêwendiyên ligel Kafkasya Başûr Marîna Kalyurand, dilgiraniya xwe li hember kiryarên Azerbaycanê nîşan da, ji ber ku çend roje korîdora Laçînê hatiye girtin û peywendiya Artsaxê bi cîhanê re qut bûye.

“Ez ji kiryarên rayedarên Azerbaycanê ûjîngehparêzên sexte , li Korîdora Laçînê de , bi fikar im. Di encama vê yekê de rêya ku Qerebaxa Çiya û Ermenîstanê girêdide hatiye girtin, ku ji bo şêniyên ermenî yên herêmê xeteke girîng e.

Wekî din, qutkirina gaza ji bo Qerebaxa Çiya bi rêya boriya gazê ya ku di nav axa Azerbaycanê re derbas dibe, cihê nîgeraniyeke mezin e û metirsiya encamên cidî yên mirovî zêde dike.”

Marîna Kalyurand bi bîr xist ku tevgera ewle ya di korîdora Laçînê de bi daxuyaniya sê alî ya 9’ê Çirya Paşina 2020’an hatiye garantîkirin. “Ez bang li hikûmeta Azerbaycanê dikim ku erkên ku di daxuyaniyê de hatine girtin bi cih bîne û dev ji kiryar û gotinan berde.

Careke din ez tekezî li ser pêdiviya peymaneke aşitiyê ya berfireh dikim, ku divê ji bo maf û ewlekariya gelê Ermenî yên Qerebaxa Çiya garantiyên bihêz peyda bike. Ez bang li asta herî jor dikim, ku bi navbeynkariya YE di demeke herî kurt de muzakereyan ji nû ve bidin destpêkirin û aloziyê derxin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button