PoliticsTop

Em nikarin rê bidin ku Azerbaycan siyaseta tundî û gefxwarinê bidomîne: Parlamenterên Parlamenta Ewropayê serî li Mîçel û Borel dan

Komek endamên Parlamentoya Ewropayê ji serokê konseya Ewropayê Şaril Mîçel û nûnerê bilind ê polîtîkayên derve û polîtîkayên ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell re name şandin û bang kirin, ku ji bo ewlekariya nifûsa Ermenî ya Qerebaxê gavên zelal bên avêtin.

Nameyê de parlamenter Peter van Dalen, Fransua Xavîer Bêlamîn Lars Patrîk Berg, Fransua Alfonsî, Fabîo Massîmo Kastaldo û Andrey Kovaçev diyar kirin, ku azeriyan ji sibeha 12ê Kanûna Peşnê ya 2022an ve tekane rêya ku Komara Ermenîstanê bi Qerebaxa Çiyayî ve girêdide girtin û bi vî awayî 120 hezar Ermenî xistin bin ablûqeya defakto û mafê wan ê tevgera azad asteng kirin.

“Ev tê wê wateyê ku alîkariya lezgîn û pêdiviyên xwarinê jî nikarin bigihêjin Qerebaxê.

Ger ev rewş bidome, wê bibe sedema karesateke mirovî, pê encamên giran. Nayê qebûlkirin ku di bin navê çalakiyên hawirdorê de, aliyê Azerbaycanê daxuyaniya sê alî ya agirbesta 9ê Çirya Paşinê ye 2020an binpê bike, bi taybetî, pabendbûna xwe bi dabînkirina tevgera welatiyan, otombîl û kamyonan di her du aliyan de li ser rêya ku bi navê Korîdora Laçînê tê naskirin:” parlamenterên Parlamenta Ewropayê diyar kirin.

Wan tekez kir ku piştî îmzekirina daxuyaniya 2020an, aliyê Azerbaycanê bi rê û rêbazên cuda şert û mercên dijwar ji bo gelê Ermenî yê Qerebaxê çêdike.

Parlamentar destnîşan kirin: “Em bang li Yekîtiya Ewropayê dikin ku hêzên xwe bikar bîne da ku gavên zelal bavêje û ewlehiya nifûsa Ermenîyên xwecihî yên Qerebaxa Çiya biparêze. Em nikarin rê bidin vê siyaseta tehdîd, ya ku ji aliyê Azerbaycanê ve tê meşandin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button