All NewsTop

Frank Pallon kiryarên dijminane yên Azerbaycanê li Qerebaxê şermezar kirîe

Kiryarên dijminatî yên Azerbaycanê yên li Qerebaxê, şermezar dikin. Li ser rûpela xwe ya twîtterê, kongresmanê Amerîkî, hevserokê Komîteya Karûbarên Ermeniyan a Kongresê Frank Pallon, li ser vê yekê nivîsî.

“Çalakiyên dijminane yên Azerbaycanê yên li Qerebaxê, şermezar dikin. Girtina rêya yekane ya ku gelê Artsaxê bi Ermenîstanê ve girêdide ji aliyê Azeriyan ve ji bo gelê mexdûr xeterek mezin e.”

Frank Pallon li gel posta xwe, daxuyaniya hevserokên Komîteya Karûbarên Ermeniyan a Kongreya Amerîkayê jî pêşkêş kir, ku tê de kiryarên êrîşker ên Azerbaycanê li ser Qerebaxê şermezar dike.

Palon di nivîsa xwe ya berê de bang li Wezareta Derve ya Amerîka û Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo parastina canê girtiyê ermenî Vigen Euljekyan û hemû girtiyên ermenî tedbîran bigirin.

“Azerbaycan ev zêdetirî 2 sal in ku dîl ê ermenî yê şer Vigen Euljekyan bi awayekî neqanûnî dîl girtiye. Rejîma Aliyev li hemberî wî reftareke nemirovane nîşan da û gelek binpêkirinên mafên mirovan pêk anî- kongresmanê Amerîkî nivîsîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button