
Wezîrê Tenduristiyê yê Ermenîstanê Anahît Avanêsyan ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê re bang li rayedarên payebilind ên rêxistinê kir ku ji bo karesata mirovî ya ku ji ber girtina Korîdora Laçîn a Azerbaycanê li Artsaxê pêk tê, bi lez bersivê bide. Li ser vê yekê Wezareta Tenduristiyê ya Ermenîstanê agahî da “Armenpress”.
Anahît Avanêsyan jî di nivîseke xwe ya li ser mîkrobloga “Twitter”ê de behsa pirsgirêkê kir.
“Di encama girtina Korîdora Laçînê ya ji aliyê Azerbaycanê ve ermeniyên Artsaxê bi qeyraneke tenduristiyê re rû bi rû ne. Kesên ku hewcedariyên wan ên lezgîn ên tenduristiyê ne, nikarin werin veguhestin Yêrêvanê, peydakirina derman û alîkariyên mirovahî ji bo gel re ne mumkun bûye.” Avanêsyan nivîsand.