All NewsTop

Li Artsaxê tu kes li hemberî zehmetiyan paşve naçe: Wezîrê Dewletê civînek li dar xist

Wezîrê Dewletê yê Komara Artsaxê Rûbên Vardanyan di 13ê Kanûna pêşin de bi beşdariya serkirdayetiya desteyên rêvebir ên komarê, şaredarê Stêpanakêrtê û serokên herêmên îdarî civîneke berfireh li dar xistîe.

Wezîrê Dewlet di danasîna rewşa ku ji ber girtina rêya Azerbaycanê ya ku Artsax bi Ermenîstanê re girêdide, pêşkeş kir û destnîşan kir ku ew pir tevlihev e, lê di heman demê de destnîşan kir ku di wê baweriyê de ye ku pirsgirêkên heyî bi xebatek organîze û hevrêz dikarin werin çareser kirin.

“Rewşa dijwar a heyî pêwîstî bi yekîtiyê heye: Yekane rê yekîtî ye. Tenê bi hev ra, li pişt hev rawestin, em dikarin vê krîzê derbas bikin, “Rûbên Vardanyan gotîe.

Wezîrê Dewlet bal kişand ser wê yekê ku tevî kêşeyên aloz ên heyî, divê mirov netirsîne, lê bi hemahengî û berpirsyarî kar bidome, her kes li cihê xwe karê xwe bike.

Wî da zanîn ku gelê Artsaxê zehmetiyan bi rêzdarî dikişîne, xweragiriyê û aqilê hevpar nîşan dide, nekeve ber panîkê. Ji vî alî ve wezîrê dewletê girîng nirxand ku di demek nêzîk de gel ji rewşê agahdar bike.

Rûbên Vardanyan destnîşan kir ku her çendî metirsiyeke mezin a krîzeke mirovî ya li Artsaxê hebe jî, li hemberî zehmetiyan kes paşve naçe.

Di hevdîtinê de serokên deste û rêveberiyên dewletan rewş û pirsgirêkên heyî yên li herêman ji ber girtina rêyan pêşkêş kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button