All NewsTop

Davît Babayan der barê girtina rê ji aliyê Azerbaycanê ve nameyek ji Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê ra şandîe

Serokê Wezareta Karên Derve ya Komara Artsaxê Davît Babayan, ji Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê Marîya Pêyçînovîç ra, der barê girtina rêya ku ji aliyê Azerbaycanê va Artsax û Ermenîstanê girêdide, nameyek şandîe. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Wezareta Karên Derve ya Komara Artsaxê li ser vê yekê agahdar dike.

Di nameyê de hat ragihandin ku Azerbaycanê mafên bingehîn ên nêzî 120 hezar kesên ku li Qerebaxê dijîn ku di nav wan de zarok, extiyar, astengdar û jin jî hene binpê kiriye.

Tê tekez kirin ku Azerbaycan rêzê ji xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ra nagire, ku garantiya parastina mafê jiyanê, tevgera azad û ewlehiya her kesî dike, di nav de yên ku li herêmên pevçûnan dijîn.

Di vê çarçoveyê da jê ra tê gotinê:

– Ji bo rakirina bloka neqanûnî û nemirovî ya li ser gelê Qerebaxê ji aliyê Azerbaycanê ve, tevahiya amûra amûrên Konseya Ewropayê bikar bînin.

– Şandeke çavdêriyê ya Konseya Ewropayê bişînin herêma diyarkirî ji bo pêşîgirtina li binpêkirinên din ên Peymanê.

– Ji ber binpêkirina Azerbaycanê xala 3 ya Peymana Konseya Ewropayê, mafên nûnertiya Azerbaycanê di rêxistinê de rawestîne.

Her wiha nusxeyên nameyê ji Serokê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, Komîserê Mafên Mirovan û Sekreterê Giştî yê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê re jî hatin şandinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button