All NewsTop

270 zarok maye li ser rê vê zivistana sarda: Parêzvanê Mafên Mirovan ê Artsaxê derbarê girtina Korîdora Laçînê ji aliyê Azerbaycanê va

Vê zivistana sar da heta niha 1100 kes li ser rîyan mane, di nav wan da 270 zarok û mafê wan tê binpê kirinê qîjan nikarin hern malê xa û tevî malbetên xarabin. Ev yek ji aliyê parêzvanê mafên mirovan yê Komara Artsaxê Gêgham Stêpanyan va hatîe ragihandinê, ku çend roj berê ji bo beşdariya 4emîn Forûma Cîhanî ya “Li Dijî Sûcên Qirkirinê” ku di 12ê Kanûnê pêşin da dest pê kiribû, hatibû Erîvanê û nha nikare vegere Artsaxê, çimkî Azerbaycanê  girtîe  Korîdora Laçînê.

“Ev pêkhateyeke din a polîtîkaya qirkirina etnîkîe, qirkirin ya ku ji aliyê Azerbaycanê va tê kirinê. Bi domdarî û sîstematîk tê kirinê. Ev ne rewşên awarte ne, lê binpêkirinên bi qestî yên agirbesta ku piştî 9ê çirîa pêşin 2020-an hatî destnîşan kirin, û bi qestî têkbirina peymanên ku hatine çêkirin inê” – Parêzvanê Mafên Mirovan yê Artsaxê gotîe

12ê Kanûnê ji saet 10.30an pê ve komek azerî ji ber sedemên jîngehparêzî rêya Stêpanakêrt-Gorîsê girtîe. Bi sedan welatiyên ku di nav wan da zarok jî hene û nikarin vegerin malên xwa, hinek ji wan demkî li navçeya Syûnîkê mane. Girêdana çûn û hatinê ya gundên Lîsagor, Mêts Şên, Hîn Şên û Yêgtsahox ên herêma Şûşî ya bi payteê Stêpanakertê ra qet bûye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button