All NewsTop

Tirkiye, Ermenistan û Azerbaycan hewcedarê hev in

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bal kişand ser têkiliyên Ermenistan-Tirkiye, Ermenistan-Azerbaycanê: “Ez dixwazim bi daxuyaniyeke ku vê dawiyê li Tirkiyeyê hat dayîn, razîbûna xwe diyar bikim. Fikir ew bû ku hemû welatên herêmê da û isajî Tirkiye, Ermenistan û Azerbaycanê di warê dabînkirina ewlekarî, serwerî û serxwebûna wan welatan de pêwîstiya hev bi hev re heye û ev jî formuleke gelek girîng e”.

Li gorî serokwezîr, fikir heye ku li Kafkasya Başûr di formata Ermenistan-Gurcistan-Azerbaycanê de gotûbêj bên destpêkirin. “Fikr ne nû ye, pir kevn e, min her dem ew parastiye, lê min pêşniyar kir ku ev platform berî her tiştî tenê û tenê ji bo jinavbirina gotinên nefretê ji herêma me were bikar anîn. Divê serokên welatan li ser qeydê bisekinin û bêjin ku ew bi hev re hevkariyê dikin da ku gotinên nefretê ji holê rakin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button