All NewsTop

Girtina korîdorê tê hesavkirinê Ermeniyên Qerebaxê di 3 senaryoyên da tê gunekarkirin ji bo qirkirinê: Serokwezîrê Ermenîstanê

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di 4. Forûma Global a “Li Dijî Sûcê Qirkirinê” de behsa girtina Korîdora Laçînê kirîe: “Korîdora Laçînê korîdora pêşîlêgirtina qirkirinê ye. Girtina wê korîdorê, seknandina xebata wê korîdorê, tê hesavkirinê Ermeniyên Qerebaxê di 3 senaryoyên da tê gunekarkirin ji bo qirkirinê.” – Nîkol Paşînyan eşkere kirîe

Serokwezîr behsa wan sê senaryoyan kirîe. Senaryoya yekem dikare bibe kêmkirina nifûsê, dema ku ermeniyên Qerebaxa Çîa nikaribin malên xwe da bijîn. Her wiha bal kişand ser herêma Hadrûdê ku piştî şerê sala 2020’an ermenî Li wir najîn.

Senaryoya din wendakirina nasnameyê ye, eşkere tê qivşê ku ça Azerbaycanê li dijî cihên Qerebaxa Çiyayî û bermayên dîrokî û çandî bi awayekî eşkere navê wan dgohêre û xirav dike û nîşan dide.

Senaryoya sêyem jî rûxandina fizîkî ya rastî ye, nîşaneyên ku me dîtine û îro jî dibînin.

Azerbaycan di her firsendê de ji civaka navneteweyî re radigihîne ku ew amade ye maf û ewlehiya Ermeniyên Qerebaxê biparêze.

Lê dixuye ku muxatabê wê cezayê ku di platformên navneteweyî de hat weşandin, civaka navneteweyî ye, lê ne di serî de kesên ku jê sûdmend in.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button