All NewsTop

Çavdêrên Yekîtiya Ewropayê wê di 19ê Kanûnê de mîsyona xwe ya li Ermenîstanê bi dawî bibe. Borêl

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê bi civîneke çapemeniyê li Brukselê  Josêp Borêll gotîe, çavdêrên Yekîtiya Ewropayê wê di 19’ê Kanûna pêşin mîsyona xwe ya li Ermenîstanê temam bikin.

Ev mijar di civîna Konseya Têkiliyên Derve ya ku di 12ê Kanûna pêşin 2022an de li Brûsêlê hat lidarxistin de hatîe gotûbêjkirinê.

Borêll gotîe, “Me li hev kir ku em mîsyonê rawestînin û tîmek bişînin da ku tevlêbûna gengaz a pêşerojê ya Yekîtiya Ewropî lêkolîn bike.”

Di 17ê çirîa pêşin da, Encûmena Ewropî biryar da ku heta 40 pisporên çavdêriyê yên Yekîtiya Ewropî li ser sînorê Ermenîstanê bi Azerbeycanê re ji bo çavdêrîkirin, analîzkirin û raporê li ser rewşê bicîh bike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button