All NewsTop

Berjewendiyên Rûsyayê ji Ermenistanê zêdetir bi Azerbaycanê re li hev dike

Ji ber şerê li Ukraynayê, Serok Pûtîn xwe dispêre Azerbaycanê wekî navendek dabînkirina gazê ji Rûsyayê re, ji ber cezayên ku ji hêla Ewrûpa ve hatine sepandin dûr dikeve. Armen Marsubyan, profesorê felsefeyê li Zanîngeha Eyaleta Southern Connecticut, cîgirê yekem ê Serokê Komeleya Lêkolînerên Jenosîdê ya Navneteweyî, di axaftina xwe ya bi nûçegihanê NEWS.amê re gotîe.

Li gorî nirxandina wî, niha ji Ermenistanê zêdetir berjewendiyên jeopolîtîk ên Azerbaycanê hene. Marsûbyan gotîe, “Û ez Rûsyayê hevkarekî pêbawer nabînim.”

Wî alîgiriya navneteweyîkirina mîsyona aşitiyê li Qerebaxê û herwiha li ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê kir. “Diviyabû ku Koma Mînskê ya OSCE’yê ji şerê Qerebaxê yê yekem ve çavdêriya parastina agirbestê bikira û wê demê ev yek bi temamî têkçû. Ez dizanim ku YE çavdêrên xwe şandine ser sînorê Ermenistan-Azerbaycanê, lê ez difikirim ku divê ev mîsyon an bi riya Yekîtiya Ewropî an jî ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve were navneteweyî kirin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button