Yekîtiya Ewropa ji bo ku di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de atmosfereke pêbaweriyê çêbike, hewlên aktîf dide, lê pêwîstî bi hewldanên zêdetir heye. Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ewropayê yê li Kafkasya Başûr Toyvo Klaar di çarçoveya “TRT World Forum” de daxuyanî da.
Ji bo pêkanîna aştiyê daxwaz û derfetek rast heye. Lê piştî pevçûnên 30 salan, ji bo avakirina baweriyê gelek hewldan lazim e:” Gotinên Klaar ji aliyê rûpela Twîtterê ya “TRT World Forum”ê ve hatin vegotin.
Li gorî wî, YE bi Azerbaycan û Ermenîstanê re gelek kar kiriye ji bo avakirina wê baweriyê, lê gelek zêdetir pêwîst e.
Li gorî Klaar, rêberî ji her du aliyan re lazim e, û ew ne tenê li ser hewildanên her du serokên dewletan e, lê di heman demê de tedbîrên ku ji bo avakirina baweriyê di navbera civakên Ermenîstan û Azerbaycanê de ne.