PoliticsTop

Wezîrên parastinê yên Ermenîstan û Rûsyayê plana hevkariya leşkerî ya sala 2023’an îmze kirin

Wezîrê parastinê yê Komara Ermenîstanê Suren Papîkyan di çarçoveya serdana xwe ya xebatê ya bo Federasyona Rûsyayê de, di 9ê Kanuna Pêşinê de beşdarî civîna hevpar a wezîrên parastinê yên welatên SCO û CIS bû û rewşa, ku di encama êrîşa dawî ya leşkerî ya alyê Azerbaycanê ve li herêmê çêbûye pêşkêş kir.

Piştî vê yekê Wezîrê parastinê yê Komara Ermenîstanê Suren Papîkyan û Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê General Sergey Şoygu civiyan. Di hevdîtinê de çend mijarên heyî yên girêdayî ewlekariya herêmê û hevkariyên leşkerî û leşkerî-teknîkî hatin nîqaşkirin. Di dawiya civînê de bernameya hevkariya leşkerî ya sala 2023’an a di navbera wezaretên parastinê yên Ermenîstan û Rûsyayê de hat îmzekirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button