PoliticsTop

Ji bo peywendiyên bi Azerbaycanê re yek rê heye, eger qebûl bikin ku Artsax bibe welatekî serbixwe: Ruben Vardanyan

Piştî şerê 44 rojî, Azerbeycanê stratejiya provakasyonên bi rêkûpêk li dijî Artsaxê, ku bi mebesta bêhêvîkirina ermeniyên Artsaxê , pejirand. Wezîrê Dewlê ye Artsaxê Ruben Vardanyan ev yek di hevpeyvînekê de Televîzyona Giştî ya Artsakh re got.

Ruben Vardanyan ji provakasyona Azerbaycanê ya 3ê Kanuna Pêşinê korîdora Laçînê 3 saetan girtî ma, matmayî nebû .

“Ji bo Azeriyan jî sosret bû ku 35-40 hezar kes derkevin meydanê. Xebata min jî ji bo wan ne çaverêkirî bû. Di çapemeniya cîhanê de eleqeya ji bo Artsaxê çêbû, li Artsaxê guhertin pêk hatin. Bersiva van hemûyan dan. Azerbaycan dixwaze her tiştî bike da ku kêm kes li Artsaxê bijîn, baweriya xwe bi paşerojê neynin, bi serkeftinê bawer nekin û derkevin ji vir. Ev provokasyon ne bi navê min ve girêdayî ne, her çendî serokê wan behsê min dike. Lê sedemên hatina min ev in. Ji ber ku ez difikirim ku eger mirov li Artsaxê yan jî li Ermenîstanê bibin yek wê provakasyonên Azerbaycanê têk bibin.:” got Vardanyan.

Ruben Vardanyan di wê baweriyê de ye ku provokasyona 3’ê Kanûnê wê ne ya dawî be. Azerî bi taybetî dê bixwazin ji şert û mercên dijwar ên zivistanê sûd bistinin.

“Em ê zivistanek dijwar derbas bikin. Ev ne dozên yekcar in, ev Şerê Welatparêziyê ye. Belê, her roj operasyonên şer û qurbaniyên me nînin, lê rewşek me heye ku divê em hestiyar bin. Ez û hevalên min ji bo bi mînaka me nîşan bidin ku em ê ji vir dernekevin, li vir in. Em bi Azerbaycanê re yek awayê têkiliyan dibînin, eger qebûl bikin ku Artsax ji Azerbaycanê bibe welatek serbixwe.Divê em çareseriyekê bibînin ku li kêleka hev lê ji hev cuda bijîn. Aştî tune, divê em ji têkoşîna rojane re amade bin:” got Vardanyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button