All NewsTop

“Xaçerêya Ermeniyan” li gorî berjewendiyên lîstikvanên sereke ye

Ermenîstanê projeya “Bakur-Başûr” ji nû ve formule kir û di çarçoveya konsepta “Xaçerêyên Ermeniyan” de pêşkêş dike. Yêrîvan di wê baweriyê de ye ku pêkanîna vê senaryoyê bi berjewendiyên aborî yên hemû welatên herêmê û her wiha lîstikvanên sereke yên wekî Rûsya, Çîn û Îranê re têkildar e. Serokê Navenda Ragihandin û Têkiliyên Gel a Serokwezaretiya Ermenîstanê Gor Tsarûkyan di vekirina Konferansa IV ya Avrasyayê ya li ser Lêkolîna Çîn û Avrasyaya Nûjen de daxuyanî da.

Berî naha serokwezîr Nîkol Paşînyan ragihandibû ku hikûmeta welêt projeya “Bakur-Başûr” ji nû ve formule kiriye û kiriye projeya “Bakur-Başûr-Rojhilat-Rojava”. Di encamê de “xaçerêya ermeniyan” wê Ermenîstanê bi Îran û Azerbaycanê re, bi Naxîçevan û Tirkiyê re girêbide.

“Ermenistan pêvajoyên navneteweyî yên li herêma Avrasyayê û pêşveçûnên gengaz ên bûyerên li Kafkasya Başûr dihesibîne.” -Tsarûkyan gotîe.

Li gorî wî, têgeha “Xaçerêya Ermeniyan” tê wê wateyê ku piştî rakirina bloka veguhestinê, komar dê bibe girêka hevgirêdanê di aliyê Bakur-Başûr û Rojhilat-Rojava de. Wî bal kişande ser vê yekê ku “Xaçerêyên Ermeniyan” hem ji aliyê yekitiya Îranê di Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê û hem jî di projeya “Yek kember, yek rê” ya Çînê de dikare roleke berçav bilîze.

Rayedaran diyar kirin ku niha di têkiliyên ermenî û çînî de ji aboriyê bigire heta tûrîzmê di warên cuda de gelek derfetên ku nehatine bikaranîn hene. Li gorî Tsaruûkyan, dibe ku Çîn bi potansiyela transîtê ya Ermenistanê re eleqedar bibe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button