All NewsTop

Hevdîtina Paşînyan-Pûtîn wê li Bîşkekê pêk werê

Alîkarê Serokomarê Rûsyayê Yûrî Ûşakov ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn wê di çarçoveya Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê ya li Bîşkekê da bi Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ra bicive. Ev ji aliyê “Armenpress” ve girêdayî ajansa “RIA Novosti” ragihandîe.

Alîkarê Serokê Rûsyayê Yûrî Ûşakov diyar kir ku di çarçoveya Lûtkeya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê ya ku li Bîşkekê tê kirin da Serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn wê bi Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ra bicive. Ev ji aliyê “Armenpress” ve girêdayî ajansa “RIA Novosti” ragihand.

Lûtkeya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê wê 9ê Kanûna pêşin li Bîşkekê were lidarxistin û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî tê de beşdar bibe. Ji 1ê Kanûna paşin 2023an pê ve serokatiya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê derbasî Rûsyayê dibe.

Ûşakov di brîfîngê de wiha gotîe: “Tê plankirin ku hevdîtineke dualî pêk were, bi Serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan ra hevdîtin pêk were.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button