All NewsTop

Nîkol Paşînyan şiro vekirîe çima Ermenistanê alîkariya ku ji aliyê Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf ve hatiye pêşkêşkirin qebûl nekirîe

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan derbarê Civîna Bilind a Erîvanê ya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf de nirxandinan kir û diyar kir ku çima Ermenîstanê pêşniyara alîkariya leşkerî-teknîkî qebûl nekirîe.

Nîkol Paşînyan da zanîn ku Ermenîstan du hêviyên ji wê hevdîtinê hebû: “Rakirina herêma berpirsiyariya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf li Ermenîstanê, ji ber ku ev pirsek bingehîn e ji bo birêxistinkirina têkiliyên rast. Bendewariya duyemîn jî ew bû ku ji bo çi qewimî nirxandineke siyasî ya zelal bê dayîne.”

Serokwezîr eşkere kir ku ji Ermenistanê ra alîkarî hatîe pêşkêşkirinê û alîkariya lleşkerê û teknîkî. “Berî her tiştî, ne diyar e ka çi cure alîkarî tê kirin. Ya duyemîn: qebûlkirina vê alîkariyê bêyî van nirxandinên zelal tê wateya qebûlkirina nerasterast û heta rasterast a statukoya ku di nav sînorên me de hatiye avakirin. Qebûlkirina mîsyoneke çavdêriyê ya ji aliyê Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf ve bêyî nirxandineke zelal a siyasî tê wateya bi tenê sererastkirin û lihevkirina rewşa heyî.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button