All NewsTop

Li ser axa Qerebaxa Çîya Ermenîstanê ti hêzên çekdar tine. Wezîrê Karên Derve

Me gelek caran gotiye ku Komara Ermenistanê di nav axa Qerebaxa Çîya da xwedî hêzên çekdar tineye. Em dizanin ku li Qerebaxa Çiya xwedî Artêşa Parastinê ye û navê Artêşa Parastinê ya vê yekîneyê bixwe jî dide xuyakirin ku erka vê artêşê parastina Ermeniyên Qerebaxê ye, xweparastin e. Dema ku metirsiyên ontolojîk ên paqijiya etnîkî ya li ser Ermeniyên Qerebaxa Çiya ji holê rabin, wê demê, bi baweriya min, ermeniyên Qerebaxê wê karibin senaryoyên din ên muhtemel ên cuda nîqaş bikin. Di vê demê de, em dikarin tomar bikin ku ev xetera ontolojîk heye.

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan di rûniştina pirs û bersivan de ya li Meclîsa Neteweyî ya bi endamên hikûmetê re, der barê pirsa parlamenter Arman Yêghoyan de ev agahî da.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button