
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di civîna pirs û bersivan de ya bi hikûmetê re li Meclisa Neteweyî hin hûrgiliyên civîna Cîgirên Serokwezîrên Ermenîstan, Azerbaycan û Rûsyayê yên li Moskowayê eşkere kirîe.
Nîkol Paşînyan da zanîn ku pirsa vekirina rêya trênê ya Yêraşx-Ordûbad-Mêxrî-Horadîz hatîe gotûbêjkirinê. “Ez nikarim bibêjim ku encamên me yên berbiçav hene, lê ez dixwazim careke din destnîşan bikim ku Ermenistan ji bo pêkanîna vê bernameyê amade ye û eleqedar e û pêşniyara me jî derbasdar e. Em hazirn ku rojeki pêş da despêbikin çêkirina rêyên hesinî. Şertê me ew e ku Rêyên hesin û rê divê di çarçoveya qanûnên Ermenîstanê bê xebatandinê”. Nîkol Paşînyan ev tişt li Meclisa Neteweyîn da gotîe.